Wêjehez li Amedê ji bo Hesenê Metê dicivin

.

Berhem û hêmayên ku nivîskar Hesenê Metê di rêya xwe ya wêjeyî de bi kar anîne dê ji aliyê wêjehezan ve li Amedê bi panelekê bê nirxandin.

Nivîskarê Kurd Hesenê Metê ev demeke dirêj e li Swêdê dijî û bi berhemên xwe yên wêjeyî, bi taybetî bi kurteçîrokên xwe di qada wêjeya Kurdî de cihê xwe girtiye.

Hêmanên ku di wêjeya xwe de bi kar anîne, cih, leheng, naverok, dem û hûnana kurteçîrokên wî û zimanê wî yê resen ji aliyê gelek xwîneran ve hatine ecibandin.

Pirtûkên wî ji wan pirtûkan in ku di nava pirtûkên wêjeyî de pir tên firotin.

Hesenê Metê kesekî wisa ye ku heta niha derneketiye medyayê.

Wêjevanên Kurd 26ê Çiriya Pêşîn, demjimêr 14:00an li Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoçê (ÇandAmed) ji bo Hesenê Metê dicivin.

Ev bernameya taybet bi sernavê “Divê Tu Binivîsînî” tê lidarxistin.

Nivîskar Ramazan Alan, Zulkuf Ergun û Înan Eroglu dê di bernameyê de li ser berhem û hêmayên Hesenê Metê biaxivin.

Fexriya Adsay moderatoriya bernameyê dike û Semîha Yildiz jî pêşkêşkara bernameyê ye.

Hesenê Metê kî ye?

Hesenê Metê sala 1957an li navçeya Erxeniyê ya Amedê hatiye dinyayê.

Ev zêdetirî 20 salan e ku ji Amedê dûr e û li Swêdê dijî.

Hesenê Metê hinek kurteçîrokên gelêrî bi formeke edebî hunandine û bi navê Ardû (1991) çap kirine.

Pirtûkên wî yên ku heta niha çap bûne ev in:

 - Smîrnoff (Çîrok, 1991)

- Labîrenta Cinan (Novel, 1994)

- Epîlog (Çîrok, 1998),

- Tofan (Novel, 2000)

Ji xeynî van pirtûkan Keça Kapîtan (1988) a Pûşkîn, çend kurteçîrokên Çexov bi navê Mirina Karmend (1989), romana Dostoyevskî Merivên Reben (1991) û ketêba Göran Tunström Jiyana Rastîn (2003) wergerandine Kurdî.

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin