Washington hişyariyê li ser vekişîna yekcarî ji Iraqê dide

.

Kovara Amerîkî ya şîroveyên siyasî û serbazî “War on the Rocks” hişyarî da ku vekişîna temam a leşkerî ya Amerîkayê ji Iraqê, dibe ku rê li ber bidawîhatina pêwendiyên siyasî û hevkariya rasterast a di navbera Washington û Bexdayê de veke û bibe sedem ku rêveberiya Amerîkayê bi temamî dest ji Iraqê berde.

Kovarê îro 24ê Îlona 2026an, di şiroveyekê de ragihand, vekişîna leşkerî ya Amerîkayê ku biryar e di 30ê Îlonê de bikeve warê cîbicîkirinê, di bingeha xwe de tê wateya bidawîhatina hevkariya rasterast a di navbera hikûmeta Iraqê û rêveberiya Amerîkayê de.

Li gorî kovarê, ji ber nebûna nexşerêyek an jî stratejiyeke alternatîf ku şêwazê pêwendiyên piştî vekişînê diyar bike, her wiha ji ber zêdebûna faktorên navxweyî yên ku Iraqê ber bi bin bandor û hejmona Îranê ve dikişînin, ya ku herî zêde tê pêşbînîkirin ew e ku Washington dest ji Bexdayê berde.

Di raporê de amaje bi wê hate kirin ku stûna sereke ya pêwendiyên her du aliyan heta niha li ser hevkariya ewlehiyê bû ku ji bo rawestandina metirsiya rêxistinên terorîst ên mîna DAIŞê li Iraq û Sûriyê dihate kirin. Lêbelê nemana hêzên leşkerî li ser erdê, tê wateya hilweşîna vê stûnê. Kovarê destnîşan kir ku hewldanên bêencam ên hikûmeta Iraqê yên ji bo bêçekkirina komên çekdar, bêhêvîbûna Washingtonê zêdetir kiriye.

Di beşa dawî ya raporê de hate tekezkirin ku eger Bexda di wê dema diyarkirî de nikaribe komên çekdar ji çekan daxe û nehêle ew kom Iraqê zêdetir ber bi eniya Tehranê ve bikişînin, wê demê Washington dê berdewamiya pêwendiyên bi Bexdayê re wek karekî bêkêr bibîne.

Li gorî nirxandina “War on the Rocks”, vekişîna Amerîkayê dê bibe deriyê yek ji van her du egeran:

- Yan dê bibe destpêka qonaxeke nû ya hevkariyê, bi mercê ku Bexda çekên hemû koman bi temamî bixe bin kontrola dewletê.

- Yan jî dê bibe xala dawî ya pêwendiyên her du welatan, ku ev bijarde jî dê encam û derencamên gelekî metirsîdar ji bo paşeroj û aramiya Iraqê bi xwe re bîne.

Siyaset Haberleri

78 dewlet daxwaz ji Rûsyayê dikin ku bê şert û merc şerê li dijî Ukraynayê rawestîne
Pizîşkiyan: Em li ser şiyana xwe ya nukleerê ya aştîxwaz tawîzan nadin
Jûra Bazirganiyê ya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ferhenga aborî ya Kurdî amade dikin
Li zinarên Qersê berhemên 7 hezar salî: Çîroka pezkovî û mirovên berê
Şanda Senatoya Fransayê: Herêma Kurdistanê hevalbendeke pêbawer a me ye