Walîyê Batmanê rê neda berhevkirina îmzayên jibo zimanê kurdî

.

Parêzger/Walî:"Di Zagona me ya bingehîn de hatîye mîsoger kirin ku Zimanê me yê fermî tirkî ye û naguhere. Ev karên ku hûn dikin li dijî vê xala zagona me ye."

Eva nêzîkê salekê ye  ku Platforma Zimanê Kurdî-PZK ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û di zagona bingehîn ya Tirkîyê de bibe zimanê fermî dest bi kampnyaya kom kirina îmzayan kirîye. 

Komela Arî-Der ya li Batmanê ji bo berhevkirina Îmzayan di 28.12.2021 de serî li parêzgehîya  Batmanê daye.

Parêzger/Walî yê Batmanê di bersiva xwe de dibêje; ”Di Zagona me ya bingehîn de hatîye misoger kirin ku Zimanê me ya fermî tirkî ye û naguhere, û ev daxwaza we li dijî vê xala destûrê ye". 


Û domandîye, ”ji ber xeterîya nexweşîna pandemîyê, Û ji ber qelebalixîya cîyê -Parka Yilmaz Guney- ku we daxwaz kirîye û ku ji alîyê gelek partî û sazîyên sivîl ve tê bikarhanînê û dîsa, ji ber hinekî grûbên marjînal parastina asayîşa wê herêmê zehmete. Ji bo wî jî em rê nadin vî çalakîya we".

Herwiha, Walî di binê bersiva xwe de jî dibêje; ”yên ku vê çalakîyê bikin emê di heqê wan de dozê vekin”.


RN/Batman

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir