Walîtîya Stenbolê heta 10ê Adarê çalakîyên li dijî şerî qedexe kirine

Walîtîya Stenbolê bi sedema operasyonên leşkerî yên li Sûrîyeyê çalakîyên wekî xwepêşandan, civîn, daxuyanî, vekirina standan, belavok û komkirina imzayan ji bo rexnekirin û rawestandina operasyonên me heta 10ê Adarê saet 23.59ê qedexe kirîye.

 

Navenda Nûçeyan - Walîtîya Stenbolê çalakîyên wekî kombûn, xwepêşandan, daxuyanî, vekirina standan, belavok û komkirina imzayan heta 10ê Adarê saet 23.59ê qedexe kirine.

Walîtîya Stenbolê di daxuyanîyeke nivîskî de destnîşan kirîye û gotîye; "Hêzên me yên Leşkerî li Surîyeyê operasyonan pêk tînin. Çalakîyên wekî xwepêşandan, civîn, daxuyanî, vekirina standa, belavok û komkirina imzayan ji bo rexnekirin û rawestandina operasyonên me li saet 00.01ê 1ê Adarê heta saet 23.59yê 10yê Adarê hatine qedexekirin”

Sedem: Ewlehîya Civakê

Daxuyanîya Walîtîya Stenbolê weha ye:

“Li Sûrîyeyê şehîd û gazîyên me hene, di qonaxeke weha hesas de ihtimal heye kes û alîyên ku di bin navên ‘Ji şerî re na’ de bi çalakîyên wek xwepêşandan, civîn, daxuyanî, vekirina standan, belavok û kampanyayên imzayan, gefê li aştîya navxweyî ya civakî bixwin û dest bavêjin nirxên netewî, wicdanî û mirovî. Her weha di navbera van koman û hemwelatîyên me de bûyerên provokatîv ên devkî û laşî pêk werin. Li gorî vê encamê ev rewş wek berevanîya azadî û mafên yên din wê bike xeterîyê.”

“Di vê çarçoveyê da ji bo ewlekarî û aramîya sînorê bajarê me, ewlehîya civakê, rêgirtin li pêkanîna sûcan, parastina maf û azadîyên din, rêgirtin li pêş bûyerên provakatîf, çalakîyên wekî xwepêşandan, civîn, daxuyanî, vekirina standan, belavokên operasyona hêzên me yên Leşkerî li Surîyeyê rexne bikin û daxwaza bidawîkirina van operasyonan, Walîtîyê li gor xalên 11/A û 11Cya Destura Îdareya Bajarvanî ya bi hijmara 5442ê û xalên 17 û 19ê Destûra Xwepêşandan û Civînan ya bi hijmara 2911ê li saet 00.01ê yekşema 01.03.2020an heta saet 23.59ê sêşema 10.03.2020an, 10 roj qedexekirî ne.”

Bianet

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da