Walîtiya Şirnexê çûnûhatina 11 herêman ji bo 15 rojan qedexe kiriye

.

Li navçeya Qileban a Şirnexê çûnûhatina11 herêman ji bo rojan hatiye qedexekirin.

Walîtiya Şirnexê daxuyanî daye û diyar kiriye ku hin herêm di navbera 27ê Tîrmehê û 10ê Tebaxê de ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlekariya taybet” hatine ragihandin.

 Walîtiyê destnîşan kiriye ku 11 herêm bi armanca “ewlehiya neteweyî, aramiya giştî, pêşîgirtina li sûcan û parastina maf û azadiyên kesên din” hatine qedexekirin 

Walîtiyê di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: “Ji bo ku hemwelatî ji bergiriyên hatine girtin zirarê nebînin li herêmên di navbera Girê Dona, Girê Meşkûl, Girê Çali, Girê Avasipî, Girê Kel, Girê Ûç, Girê Berereş, Girê Memê, Girê Dolap, Çemê Gilatê, Pişta Mûjilî yên gundê Elemûnê yê navçeya Qilebanê ji bo 15 rojan di navbera 27ê Tîrmeha 2023an de saet di 19.00an de û 10ê Tebaxa 2023an saet 24.00an de ketin û derketin û hemû xebatên sivîlan hatine qedexekirin.”

Kurdistan Haberleri

PWK Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Tîne
Serok Barzanî: 11ê Adarê roja naskirina fermî ya mafên gelê Kurdistanê ye
Koşka Spî şertê nemana şer eşkere kir: Teslîmbûna bêmerc
Asayîş û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê 200 dîl pev guhertin
Îlham Ehmedê li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê daxuyanî da