Walîtiya Rihayê konserta Ilkay Akkayayê qedexe kiriye

.

Konserta hunermend Îlkay Akkayayê ya ku di 25ê Îlonê de wê li Rihayê bihata lidarxistin, ji aliyê walîtiyê ve bi hinceta "ne guncaw hatiye dîtin" hatiye qedexekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Midûriyeta Şaxa Karên Hiqûqî ya Walîtiya Rihayê, serlêdana ji bo destûra konsertê qedexe kiriye û gotiye, "Sazkirina konsertê ji bo ewlekariya giştî, pergala giştî, emniyet û nîzama giştî  guncaw ne hatiye dîtin."

Konserta Akkayayê ya ku di 24ê Îlonê de wê li Mêrdînê jî bihata lidarxistin ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve bi hinceta "ne guncaw hatiye dîtin" hatibû qedexekirin. Walîtiya Mêrdînê îdia kiribû ku “Di nava ekîbê de kesek heye ku pesnê xebatên rêxistinê daye.”

Hunermendê li ser hesabên xwe yê medyaya civakî behsa biryara qedexeyê kiriye kiriye:

“Qedexeyeke din lê zêde bû û xuya ye wê zêde bibe. 34 salan her ev hate sere min. Li her sahneyekê min bi tene stranên wekhevî, edalet, hezkirin û azadiyê stra. Min hewl da ku vê hestî li qadeke berfirehtir belav bikim. Ji niha û pê de jî wê bi vî rengî be.”

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt