“Vuriya Xefûrî” serdana keça Fireşte Ehmedî, serhildêra şehîd a Mihabadê kir

.

Di nav torên civakî de, wêneya hevdîtina Vuriya Xefûrî, kapîtanê berê yê tîma lîstika topa pê ya “Istiqlal”a Tehranê û lîstikvanê niha yê tîma topa pê ya Xûzistana Ehwazê, bi keça “Firîşt Ehmedî”, jina ku di nav serhildana bajarê Mihabadê de, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate şehîdkirin, hatiye parvekirin.

Vuriya Xefûrî digel hejmarek ji lîstikvanên navdar ên futbolê yên Îranê yên wek Elî Dayî û Elî Kerîmî di xwenîşandanên wê dawiyê de bi eşkere piştevaniya xwenîşanderan kirine.

Midehek berî niha wêne û vîdyoyên keça şehîd Firişteyê bala gelek ji bikarhênerên tora civakî bo aliyê xwe ve rakêşabû. Di van wêneyan de keça biçûk li ser tirba dayîka xwe ya şehîd rûniştibû û di destê xwe de komek ax girtibû. Qêrînên wê gelek bandor li ser bikarhênerên torên civakî dana.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle