Von der Leyen: Em Gefên Rûsya yên Ser Ewrupa Qebûl Nakin

.

Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa Ursula von der Leyen li parlamana Kanada ser piştgirîya bo Ukrayna axifî.

Von der Leyen dîyar kir ku ew gefên Rûsya yên ser ewlehîya Ewrupa qet qebûl nakin.

‘’Emê ti car qebûl nekin ku hêzeke leşkerî ya bi xeyalên împaratorîyê tankên xwe li ser sînorên navnetewî bigerîne. Gef dijî bingeha civaka Ewrupî ne û emê dijî wan bisekinin."

Von der Leyen bo Ukrayna banga piştgirîya leşkerî û aborî ya domdar kir.

Seroka Ewrupî bang li Moskowê jî kir ku bedela sûcên xwe yên êrîşkarîyê bide.

Wê di meha Mijdarê de pêşnîyaz kiribû ku ser tawanên cengê dadgeheke pispor were damezirandin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle