Viyan Sebrî: Heta niha Îraqê gerentî bi Apikurê nedaye

.

Seroka Fraksiyona PDKê ya Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Ji ber hinardenekirina petrola Herêma Kurdistanê, tenê di sala borî de bi bihayê 20 milyar dolaran zirar gehiştiye Hikûmeta Federalî.”

Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Civata Nûnerên Îraqê Viyan Sebrî îro (Pêncşem, 06.03.2025) ji K24ê re got, “Heta niha Îraqê gerentî bi Apikurê nedaye, tevî ku civîn erênî bûn, lê negehiştin lihevkirina dawiyê.”

Viyan Sebrî herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî qanûna budceyê bû û pabendiya xwe bi hinardekirina petrolê bi rêya kompaniya SOMOyê jî diyar kiriye.”

Navbirî amaje jî da, “Ji ber hinardenekirina petrola Herêma Kurdistanê, tenê di sala borî de bi bihayê 20 milyar dolaran zirar gehiştiye Hikûmeta Federalî.” Herwesa daxwaz ji Îraqê kir ku ji bo pêdivîtiya navxweyî, pişka petrolê ya Herêma Kurdistanê zêde bike.

Seroka Fraksiyona PDKê di derheqa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de jî amaje da, “Berî du heftiyan lîsta navên fermanberên Herêma Kurdistanê ji Wezareta Darayî ya Îraqê re hatiye şandin.”

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc