Viyan Dexîl: Wezareta Iraqê kampên penaberan daxîne em ê mijarê bibin NYyê

.

 Endama Parlamena Iraqê  Viyan Dexîl, li dijî biryara daxistina kampên penaberan ên li Herêma Kurdistan û Şengalê ya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bertek nîşan da û got: "Em ê li dijî vê biryarê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) giliyê wan bikin.

Viyan Dexîl, biryara wezareta Iraqê wek biryareke siyasî nirxand û got: "Daxistina kampên penaberan karekî siyasî ye û nayê qebûlkirin. Divê rewşa Şengalê bê aramkirin. Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, li dijî penaberan kar dike û loma em ê li dijî wezaretê skala tomar bikim.”

Viyan Dexîl di berdewamiya axaftina xwe ya hevpeyvîna bi K24ê de da zanîn ku beriya demekê ji aliyê Parlamena Iraqê ve biryarek hatiye standin ku li Şengalê, ji bo koçber dikaribin vegerin warên xwe 400 navendên koçberan bêne çêkirin û dom kir:

"Lê min ji Sûdanî (Serokwezîrê Iraqê Mihemmed Şiya Sûdanî) pirsî; ka gelo niyeta wan a pêkanîna vê yekê heye ya na? Wî bersiva 'na' daye û gotiye ku 'ew nûçe rast nînin'. Ev jî yek ji wan pêngavên ku dikir ku koçber vegerin warên xwe bû, lê belê nebû. Daxistina kampên koçberan karekî siyasî ye û nayê qebûlkirin. Ez bawer nakim ku Serokwezîrê Iraqê vî karî bike, lê belê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê herdem di derbarê koçberan de agahiyên şaş dide Sûdanî: Li dijî koçberan kar dike û divê li ser vê mijarê lêkolîn bêne kirin.”

Parlamenta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Parlamena Iraqê Viyan Dexîl hişyarî da wezaretê û got: “Eger Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê biryara xwe pêk bîne û di 31ê Tîrmehê de kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê dabixe, em ê li dijî vê biryarê, li KENYyê giliyê wan bikim.”

Kurdistan Haberleri

Rêjîma Îranê alîkariya digel Ajansa navnetewî ya wizeya navkî bi tevavî sekinand
MÊRDÎN - Nêçîrvanên peyvên Kurdî peyvên ku li ber mirinê ne zindî dikin
EFRÎN - Komîteyê dest bi kar kir: Mal û milk li welatiyan tên vegerandin
Keştiya Amerîkayê balafirên xwe bar kirin û çû nêzîkî Îranê
PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin