Viyan Dexîl: Esma Mihemed keçên Êzidî wekî kenîze bi kara nîne

.

Perlemantereka Îraqê radigehîne, “Hevjîna Ebubekir Bexdadî tevlî girtin û revandina keçên Êzidî bûye”. Herwesa dibêje, “Esma Mihemed jî wekî Ebubekir Bexdadî tawanbar e”.

Perlemantera Firaksiyona PDKyê li Perlemana Bexdayê Viyan Dexîl îro (Çarşem, 21.02.2024) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Esma Mihemed, ku hevjîna Serkirdeyê Yekê yê DAIŞê Ebubekir Bexdadî ye, di çavpêkeftina xwe ya taybet de wesa xwe derdixe ku bê tawan e, lê bi kêmî ve ew wekî Bexdadî tawanbar e”.

Viyan Dexîl herwesa got, “Esmayê dest di girtin û revandina keçên Êzidî de hebû, herwesa keçên Êzidî wekî kenîze bi kara nîne”.

Perlemantera Firaksiyona PDKyê li Perlemana Bexdayê amaje jî da, “Esmayê keçên Êzidî dibirin malê, ji bo ku Ebubekir Bexdadî destdirêjî kiriba ser wan, piştî hingê jî ew difirotin”.

Esma Mihemed, Hevjîna Serkirdeyê Yekê yê DAIŞê Ebubekir Bexdadî, di çavpêkeftineka tilevizyonî de amaje daye, “Ebubekir Bexdadî zêdetirî 10 kenîzeyên Êzidî hebûn û piştî ragehandina xelafeta DAIŞê, jineka 14 salî ya Îraqî û jineka dî ya Çîçanîşî anîbû”. Herwesa gotiye, “Rêkxistina DAIŞê dewleta Îslamî ji bo dewleta jinan guhert”.

Esmayê behs kiriye, “Bexdadî tirs li ser ewlehiya xwe hebû û gelek ji dronên Amerîkayî ditirsiya”.

Navbiriyê herwesa amaje daye, “Piştî girtina wî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve li sala 2004ê û saleka zindankirinê, min hest pê kir ku kesatiya Ebubekir Bexdadî hat guhertin”.

Li dû gotinên hevjîna Bexdadî, li sala 2012ê ew ji Îraqê çûne Sûriyeyê û wê seferê ji devera Tarmiyeyê ya Bexdayê dest pê kir”.

Kurdistan Haberleri

Ziman netew e, ziman ax e, ziman welat e!
.
"Em biryarên cezayên hefsê yên di derbarê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî de hatine birîn protesto dikin"
PWKyê li Amed, Mêrdîn û Batmanê belavokên ji bo Roja Zimanê Kurdî belav kir
UNESCO: Li Îranê metirsî liser zimanên kurdî, azerî û tirkimanî heye