VÎDEO- Kirici: Divê muzakere li ser statûya Kurdan bin

.

Endamê Encumeniya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Siraç Kirici, di bernameya Kurdistan 24ê de li ser hevdîtina DEM Partî û Abdullah Ocalan nirxandinên girîng kir.

Kirici di axaftina xwe de bi taybetî li ser rewşa statûya Kurdan rawestiya û diyar kir ku gelê Kurd bê statû ye û her cure muzakere divê li ser vê mijarê bê meşandin. Wî destnîşan kir ku miletê Kurd hertim aştîxwaz bûye û dixwaze pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Endamê PWKê tekez kir ku eger dewlet dixwaze ji bo Kurdan gavekê bavêje, divê hemû aliyên Kurd di vê pêvajoyê de bên dîtin û nêrînên wan bên girtin. Li gorî Kirici, divê di pêvajoya muzakereyan de hemû aktorên siyasî yên Kurd bên temsîlkirin û dengê wan bê bihîstin.

Kirici di dawiya axaftina xwe de got ku çareseriya pirsa Kurd tenê bi beşdariya hemû aliyên Kurd û bi naskirina mafên wan ên rewa dikare pêk were.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire