Victoria Taylorê diyar kir ku Amerîka girîngiyê dide dosyeya Îraqê lê cureyek ji "westiyanê" li hemberî Bexdayê çêbûye.
Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê ya Kar û Barên Îraq û Îranê Victoria Taylorê di hevpeyvîneke taybet a li gel Rûdawê de ragihand, her çend hîn jî girîngî bi dosyeya Îraqê tê dayîn jî lê di nava 10 salên borî de di nav navendên biryardanê yên Amerîkayê de "westiyana ji Îraqê" çêbûye.
Taylorê her wiha destnîşan kir ku Amerîkayê di rêgiriya li namzedkirina Nûrî Malikî de roleke sereke lîstiye û diviyabû namzedê nû ji aliyê Washington û Tehranê ve were qebûlkirin.
Victoria Taylorê her wiha li ser avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê jî got:
“Avakirina hikûmeta li Hewlêrê ji bo Amerîkayê ne di serê ajandayan de ye.”
Hevpeyvîna Berpirsê Ofîsa Washingtonê yê Rûdawê Diyar Kurde ya bi Alîkara berê ya Wezîrê Karên Derve ya Amerîkayê ya Kar û Barên Îraq û Îranê Victoria Taylorê re:
Rûdaw: Gelekî spas Victoria ji bo beşdariya te ya Rûdawê. Ez dibînim ku vir gelekî qerebalix e û gelek kes ji bo beşdariya konferansê hatine. Gelo li Washingtonê hîn jî ew çend girîngî bi dosye û mijarên Îraqê tê dayîn?
Victoria Taylor: Divê ez bibêjim ku ez hem şaş mam û hem jî kêfxweş im ku dibînim qerebalixiyeke wiha li vir li Washingtonê kom bûye. Hinek ji wan ji cihên cuda yên Amerîkayê hatine ku beşdarî van gotûbêjên li ser Îraqê bibin. Bi dîtina min ev nîşan dide ku hîn li Amerîkayê girîngiyeke zêde heye da ku bizanibin li Îraqê çi diqewime û hevbeşiya navbera Amerîka û Îraqê dê bigihe kû derê.
Ji aliyê birêvebiriya Amerîkayê ve, em dibînin karakterên sereke yên wekî Balyoz Tom Barack girîngiyeke zêde didin dosyeya Îraqê û ev nîşaneke baş e lê bi giştî, di nava 10 salên borî de, me di çav xwe re kiriye ku baldariya Amerîkayê ya li ser Îraqê kêm bûye û cureyek ji westiyana ji Îraqê çêbûye. Îraq êdî ne di serê manşêtên nûçeyan de ye lê em di "Destpêşxeriya Îraqê" de hewl didin rûbirûyî vê rewşê bibin û piştrast bin ku Îraq di nav gotûbêj û baldariyan de dimîne.
Aliyê Zeydî û bandora komên çekdar
Rûdaw: Berî çend rojan, Serok Trump ji min re got; "Me kesek danî bibe serokwezîr û wî jî bi cudahiyeke zêde bir." Gelo Amerîkayê ew kes li wir daniye û bûye serokwezîrê erkdarkirî yê Îraqê? Xwendina te ji bo vê daxuyaniya Serokê Amerîkayê çi ye?
Victoria Taylor: Tiştê ku ez dibînim, bê guman Amerîkayê roleke pir mezin hebû di rêgirtina li namzedkirina Nûrî Malikî, serokwezîrê pêşerojê. Me her ji destpêkê ve dizanî ku her kesê ji aliyê "Çarçoveya Hevahengiyê" ve were diyarkirin, divê namzedek be ku ji aliyê her du welatan, Amerîka û Îranê ve piştgirî lê were kirin an were qebûlkirin. Berî biryara Çarçoveya Hevahengiyê, navê Elî Zeydî bi fermî wekî namzed hat ragihandin. Bê guman Çarçoveya Hevahengiyê ew nav ji bo Amerîkayê şand û Amerîkayê jî rê da ku namzedkirin bi pêş ve biçe.
Rûdaw: Astengiyên mezin li pêşiya wî hene, ku we li vir qal kir, ew jî komên milîs ên Îraqê ne. Gelo tu bawer dikî ku ew karibe, tew bi piştgiriya Amerîkayê jî, vê mijarê yekalî bike? An ew jî nikare wekî serokwezîrên pêşerojê ku hewl dan û bi bin ketin?
Victoria Taylor: Bê guman me daxuyaniyên Amerîkayê dîtin ku li ser namzedkirina Elî Zeydî pir erênî bûn. Lê divê em vê yekê ji bîr nekin ku ew jî rûbirûyî heman wan astengan dibe ku Serokwezîr Sûdanî pê re rûbirû bûbû, ji aliyê hajmûna milîsan û derbasbûna wan a bo nav her du pergalên siyasî û aborî.
Ev pirsgirêkên sîstematîk in û tenê bi serokwezîr çareser nabin; ev pêdivî bi hewleke husemayî ya Çarçoveya Hevahengiyê û pêkhateyên din ên nav pergala siyasî û ewlehiyê ya Îraqê heye. Ez pêşbînî nakim ku di vî warî de bipêşketineke bilez hebe. Ev pirsgirêkek e ku di nava çend dehsaleiyan de çêbûye. Dema ku milîs geş bûne û hajmûn û hêza wan zêde bûye, guherîn bi şev û rojekê pêk nayê. Hikûmeta paşerojê dikare û pêwîst e hinek gavan bavêje ji bo sînordarkirina hajmûna wan lê nabe em xwe bixapînin û weha bifikirin ku ev dê pêvajoyeke bilez û hêsan be.
Helwesta Amerîkayê ya li ser Kurdan
Rûdaw: Ez demeke dûvdirêj e li Washingtonê wekî nûçegihan dixebitim, min her tim pirs li ser dosyeya Kurd dikirin û Kurd yek ji wan mijaran bû ku Amerîkayê hem bi Bexda û hem bi Hewlêrê re li ser radiwestiya, bi taybetî di dema pêkanîna hikûmetê de. Lê niha ez dibînim ku ew mijar ne pir li ser rûyê erdê ye. Çima? Çima Amerîka niha girîngiyê nade nakokiyên navbera Kurd û Bexdayê? Gelo pêşengiyên wan ên din hene an êdî guh nadin vê mijarê?
Victoria Taylor: Bi dîtina min me dît ku vê îdareyê di kêliyên hestiyar de destwerdan kiriye, dema hinek mijarên diyarkirî bandora wan hebûye, wekî mijara vekirina ducare ya boriyên petrolê yên Îraq-Tirkiyeyê. Lê tu rast dibêjî, ez bawer nakim ku ev îdare bi qasî îdareyên pêşerojê xwedî arezûya navbeynkariyê be ji bo peyman û çareserkirina pirsgirêka meaşan. Ev nayê wê wateyê ku ew difikirin dosyeya Kurd ne girîng e lê bi wê wateyê ye ku êdî ew beşdariya rojane ya ku me berê didît, niha nabînin.
Rûdaw: Nexwe nêrîna Amerîkayê ya ji bo dosyeya Kurd li vir li Washingtonê çawa dibînî? Çend sal in hikûmet li wir nehatiye pêkanîn, parlameneke wan a çalak nîne, em dibînin ku têkilî û pêwendiyeke zêde di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Amerîkayê de, an herî kêm bi vê îdareyê re, nayê dîtin. Tu vê bipêşketinê çawa dibînî?
Victoria Taylor: Bi dîtina min pêwendiyeke zêde hebûye di navbera vê îdareyê û Hewlêr û Silêmaniyê de lê li ser mijarên diyarkirî wekî Sûriyeyê, boriya petrolê û pêkanîna hikûmetê li Bexdayê. Lê wekî te got, baldariyeke zêde ji aliyê vê tîmê ve nebûye ji bo ku fişarê li PDK û YNKyê bikin ji bo pêkanîna hikûmetê li Hewlêrê. Ew bi rastî ji bo wan di serê ajandayên wan de nebû.
Rûdaw: Pirsa min a dawî; biryar bû mêvanên we yên din li vir hebin ji Hewlêr, Silêmanî û Bexdayê ve, çima li vir nînin?
Victoria Taylor: Mixabin pêvajoya pêkanîna hikûmetê tam bi dema konferansa me re yek ket. Me gelek hewl da ku xelkê me ji hemû aliyên siyasî hebe, çi li Bexdayê û çi li Hewlêr û Silêmaniyê. Hinek ji wan nekarîn bên ji ber pabendbûna wan bi pêvajoya pêkanîna hikûmetê ve lê em hêvîdar in ji bo konferansa sala paşerojê bên.
Rûdaw: Ez dikarim pirseke din bikim? Di konferansa paşerojê de, li bîra min e wergera Kurdî hebû lê îro ez nabînim? Çima?
Victoria Taylor: Piraniya mêvanên me yên Kurd di vê konferansê de bi Îngilîzî diaxivin, ew jî rengvedana rastiyê ye. Lê tiştê ku li cem me heye, komeke zêde ji şirovekar û siyasetmedarên Kurd li vir in da ku em piştrast bin ku nêrîna Kurdî digihe.
Rûdaw