Vala Ferîd: Dadgeha Federal nedestûrî ye û wek dadgehekî navendî reftar dike

.

Wezîra Herêma Kurdistanê ya karûbarên Parlamentoyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, pêkhateya dadgeha federal nedestûrî ye û ew biryarên derdixe siyasî ye û diyar kir, dadwerên kurd li dijî biryara dadgeha federal bûne.

Îro 29.01.2023yê Wezîra Herêmê ya Karûbarên Parlamentoyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Vala Ferîd ji K24ê re ragehand, pêkhateya naha ya dadgeha federal nedestûrî ye û li ser bingehê destûra Iraqê nehatiye damezrandin.

Vala Ferîd got, nimûneya naha ya pêkhateya dadgeha federal a Iraqê li ti dewletekî federal de tine, ku divê dadgeha federal nûnerên herêma lê hebe û mercê razîbûna nûnerên wan herêman wergire li ser derxistina her biryarekî ku girêdayî wan navçeyan be.

Herwaha diyar kir, ew biryarên dadgeha federal derdixe bi dengê piranî û biryarên siyasî ne. ji ber wê jî wisa kiriye ku ew dadgeh wek dadgehekî navendî bê nasîn, ne dadgehekî federal ku di destûrê de amaje pê hatiye kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle