Vahap Coşkun: Divê li Şamê nûnertiya Kurdan hebe

.

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun da zanîn ku “Di siyaseta Tirkiyeyê de guherînek çêbûye”.

Piştî ku Tehrîr El Şam ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.

Şandeyên Amerîka û Fransayê li Rojavayê Kurdistanê hewl didin partiyên Kurdan li hev bînin ku bi hev re biçin Şamê.

Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun ji Amedê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser mijarê bersivandin.

Vahap Coşkun ragihand ku heger Kurd vê derfetê jî ji dest bidin, berpirsyariya PYD û ENKS di mijarê de zêde ye.

Vahap Coşkun da zanîn ku divê şandeya Kurdan zû bicive û here Şamê.

Hinek xalên girîng ên ku Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun anîne zimên wiha ne:

“Tirkiyeyê dixwest operasyoneke leşkerî bike lê Amerîka, Fransa û dewletên Rojavayî li dijî vê derketin.

Tirkiyeyê di meseleya Pirsgirêka Kurdan de destê xwe hinekî kişandiye.

Di siyaseta Tirkiyeyê de guherînek çêbûye.

Divê li Şamê nûnertiya Kurdan hebe.

HSD dixwaze mijaran rasterast bi HTŞyê re biaxive.

Heger Kurd vê derfetê jî ji dest bidin, berpirsyariya her du aliyan jî zêde ye.

Divê PYD û ENKS li hev bikin.

PYD û ENKS çi qasî zû li hev bikin dê ew qasî baş bibe.”

Ji bo hemû pirs û bersivan li vîdeoyê temaşe bikin:

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye