URMIYE: Polîs ji bo ku behsa Kurdan nekin, peymanan li çalakvanên Kurd dide dagirtin

.

 Polîsê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bang li hejmarek ji çalakvanên Kurd ên Urmiyê dike û li ser behskirina mijarên neteweyî û nîştimanî peymanekê bi wan dide dagirtin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di van rojên borî de Rêveberiya Polîsê Urmiyê herî kêm gazî 7 çalakvanên Kurd kiriye û hişyarî dane wan ku li ser Pirsa Kurd neaxivin û peymanekê bi wan dide dagirtin ku behsa nakokiyên etnîkî yên bajêr nekin.

Yek ji kesên ku hatiye gazîkirin û peyman pê hatiye dagirtin diyar kir ku ji wan re gotine ku bangewaziya dagirtina peymanê belav nekin û bila haya kesî jê çênebe.

Ev bangewazî piştî wê yekê tê ku hejmarek çalakvanên Kurd ên Urmiyê li dijî hilbijartina kesekî ku wek “Dijî Kurd” tê naskirin, wek berdevkê Encûmena Bajêr ê Urmiyê hatiye hilbijartin nerazîbûn nîşan dabûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, 2 ji wan 3ê endamên Kurd ên Encûmena Bajêr ê Urmiyê deng dane wî.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle