Urmiye - Îranê 5 girtiyên din îdam kirin

.

 Îranê îro sibehê li Girtîgeha parêzgeha Urmiyeyê ya li Rojhilatê Kurdistanê 5 girtî îdam kirin.

Li gorî zanyariyan, 4 ji wan girtiyên ku hatime îdamkirin Kurd in û kesek jê jî Tirk e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê eşere kir ku yek ji girtiyên hatiye îdamkirin jî jin e.

Hengawê di raportekê de ragihand ku li Girtîgeha Urmiyê cezayê îdamkirinê ya ser 5 girtiyan hatiye bicîkirin.

Li gorî Hengawê 5 kesên ku cezayê bidarvekirin hatiye bicihkirin ev in:

Perwîn Mûsewî 50 salî ye Tirk e û xelka bajarê Meraxê ye, Mesnûr Nasirî 45 salî ye xelkê Bokanê ye, Yûsif Seidî Çêhre 32 salî ye, Ramîn Lewend 27 salî û Perwîz Qasim 35 salî ye hersê jî xelkê Urmiyeyê ne.

Li gorî zanyariyan Hengawê gelek tohmet li ser wan 5 girtiyan hebûye.

Ji ber tohmeta “bazirganiya madeyên hişber” cezayê îdamê li ser wan hatibû birîn û 2 roj beriya niha ji odeya takekesî hatibûn veguhastin.

Hengawê amaje bi wê yekê jî kir bavê Perwîz Qasimî, Salih Qasimî û birayekî Ramîn Lewendî jî bi tohmeta bazirganya madeyên hişbir hatibûn îdamkirin.

Li gorî Hengawê herwiha Perwîn Mûsewî jî di girtîgehê de bi nexweşiya pencşêrê ketibû û rewşa tenduristî wî xirab bûbû.

Îranê 3 rojan berê jî li Kerec û Îlamê 6 girtiyên Kurd îdam kiribûn.

Hejmara îdamkirina Kurdan zêde dibe

Amnesty Internationalê beriya bi mehekê di raporekê de eşkere kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê dest bi desteserkirin û îdamkirina neteweyên Kurd, Belûc Ereb û Azerî kiriye.

Li gorî Amnestyê sal bi sal hejmara girtî û îdamkirina Kurdên Yarsan û Kurdên Sunne jî zêde bûye.

Par 151 Kurd hatin îdamkirin

Îran yek ji wan welatan e ku rêjeya îdamê lê gelekî zêde ye.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di mehên borî de bi hinceta mijarên siyasî, qaçaxçîtiya madeyên hişbir û kuştina bi qestî 171 kes hatine îdamkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê jî di raporekê de eşkere kiribû ku sala 2023yan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 823 girtî hatine îdamkirin ku 151 ji wan girtiyan Kurd in.

Li gorî rêxistina AMNESTY Internationalê di lîsteya herî zêde ya îdamkirina girtiyan a welaten de Çîn di rêza yekem û Îranê jî di rêza duyem de cih digire.

Kurdistan Haberleri

Li Şirnexê du bîrên nû yên petrolê dikolin
KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin
Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir
Ji ber gefên Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê qanûnnameya Heşda Şeibî bi paş ve kişand
Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî