UNICEF: Ji ber Covîd-19ê aşîya sorikan a 117 milyon zarokan dibe ku bê taloqkirin

UNİCEFê eşkere kirîye, ji ber vîrusa Covîd-19ê li 24 welatan aşîya sorikan hatîye taloqkirin.

Navenda Nûçeyan - Fona Alîkarîya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) daxuyanî daye û eşkere kirîye, ji ber vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) aşîya sorikan ya zarokan li hin welatan hatîye taloqkirin, lê ev dibe ku bandorê li 117 milyon zarokan bike.

Di daxuyanîya UNICEFê de hatîye destnîşankirin, ji ber şewba vîrusa koronayê kampanyayên aşîyê ya sorikan hatine taloqkirin.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin, ku taloqkirina aşîyê dibe ku bandorê li ser 117 milyon zarokan çêbike, divê aşîyên girîng bên kirin û bidomînin.

Hejmara nexweşên sorikê zêde bûne

Li gor Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê 50 sal e aşîyên bi tesîr hene, lê dîsa jî di salên dawîn da gelek kes bi sorikan dikevin.

Her weha di 2018an de divû rê li ber bihata girtin , lê jê gelek zarok û dergûş 140 hezarî zêdetir kes mirin.

Bianet

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe