UNICEF: Divê hesab ji berpirsên êrîşa Til Rifet bê xwastin

UNICEF: Divê hesab ji berpirsên êrîşa Til Rifet bê xwastin

Berdevka Fona Alîkarîyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Marîxîe Mercado, li ser êrîşa kuştina zarokan li Til Rifetê daxuyanî da û got, 8 zarokên temenê wan bin 15 zalîyê hatine kuştin û 8 jî birîndar bûne û divê hesab ji yên êrîş kirine were pirsî

A+A-

Navenda Nûçeyan- Mercado da xuyakirin, bi bombebarana 2yê Kanûnê 8 zarokên ku temenê wan di bin 15an de ye hatine kuştin û 8 jê birîndar bûne û got, ''Di vê meha dawî de ji ber êrîşan li Bakurê Sûrîyê 34 zarok hatine kuştin.  Di êrîşê de 8 jê zarok 10 sivîlan can daye û ji 10an zêdetir jî birîndar bûne.”

Mercado da zanîn, li gelek navendên Sûrîyê ji ber şer her ku diçe zêdetir zarok dimirin û prensîba ku divê di şer de zarok bêne parastin di şerê 9 salan yê Sûrîyê de, tim hatîye piştguhkirin.

Mercado bang li alîyên şer ên li Sûrîyê kir ku di her şertî de mafên zarokan biparêzin û got, “Yên ku ev êrîş kirin bi qest bûne sedema kuştina zarokan û divê berpirsîya wan sûcan li wan bê sepandin.”

 Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin