UNICEF: Di neh mehên destpêkê de her roj 9 zarok hatine kuştin

UNICEF: Di neh mehên destpêkê de her roj 9 zarok hatine kuştin

UNICEFê daye zanîn ku sala 2019ê binpêkirina mafên zarokan sê qetan zêdetir bûye. Sazîyê eşkere kiribû ku di sala 2018ê de zêdetirî 12 hezaran zarok hatibûn kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- UNICEFê daye zanîn ku sala 2019ê binpêkirina mafên zarokan sê qetan zêdetir bûye. Sazîyê eşkere kiribû ku di sala 2018ê de zêdetirî 12 hezaran zarok hatibûn kuştin.

Rewş di sala 2019ê de xerabtir bûye.

  • Meha yekem: Li Bakurê Sûrîyeyê ji ber koçberî, tûndkarî û sermayê 32 zarok mirine.
  • Meha duye:  li Komara Kongoyê êrîş li navenda dermankirinê ya Ebolayê bûye û salekê dom kirîye.
  • Meha sêyem: Li Malîyê êrîşeka çekdarî hatîye kirin. Zêdetirî 150 kesan hatine kuştin. 85 ji wan zarok bûne.
  • Meha Çarem: Li bajarê Sanayê yê Yemenê li rexa dibistanekê bombeyek teqîyaye, 14 zarok mirine 16 zarok birîndar bûne.
  • Meha pêncem: 28 hezar zarok li Bakurê Sûrîyeyê asê mane. UNICEFê bangî welatan kiribû ku bila ew hemwelatîyên xwe û zarokên ji wan bibe welatên xwe.
  • Meha şeşem: Li Konduga û Bornoya Nijeryayê êrîşên bi bombeyan hatibû kirin. Bombe bi laşê sê zarokan ve hatibûn girêdan û hatibûn teqandin. Di xwenîşandanên li Sûdanê de 19 zarok hatine kuştin û ya kêm 49 zarok jî birîndar bûne.
  • Meha heftem: L Başûrê Sudanê komên çekdar 32 zarok serbest kirine lê li gor raporên UNICEFê hê jî zarok ji bo karên çekdarî têne bikarînan.
  • Meha heştem: Li rojavayê Bakurê Sûrîyeyê bi êrîşên çekdarî 44 sivîl hatine kuştin. 16 ji sivîlan jin û 14 jî zarok bûne.
  • Meha nehem: Li Yemenê 2 milyon zarokan nekarine biçin dibistanê.
  • Meha dehem: Li rojhilatê Bakurê Sûrîyeyê di pevçûnan de 5 zarok hatine kuştin, 26 zarok birîndar bûne. Di 9 mehên destpêkê de li Sûrîyeyê 657 zarok hatine kuştin.
  • Meha yazdehem: UNICEFê daxuyandîye ku li Kamerûnê 850 hezar zarokan nekarine biçin dibistanan.
  • Meha dazdehem: Li Burkîna Fasoyê sê zarok bi çekên gulexwer hatine kuştin. Nêzîkî nîv milyon zarokan ji şerê li Ukraynayê zerer dîtîye. Di neh mehên destpêka sala 2019ê de her roj nêzîkî 9 zarokan hatine kuştin.

 

Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin