UNHCR: Herêma Kurdistanê pêşwaziyeke pir baş li koçberan kir

.

Nûnerê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê (UNHCR) Jean-Nicolas Beuze destnîşan kir ku penaber û koçberên navxwe yên li Herêma Kurdistanê pir baş hatine pêşwazîkirin.

Jean-Nicolas Beuze, rewşa koçberên Kurdên Êzidî yên heta niha jî di kampan de dijîn destnîşan kir û got: “Yan bi xwecihkirin yan jî niştecihbuna li derveyê kampan yan jî bi veguhertina kampan; ji bo dikaribin bi rûmetî bijîn; divê rewşa wan bê çareserkirin.”

“Herêma Kurdistanê alîkariyeke baş li penaberan kir”

Jean-Nicolas Beuze destnîşan kir ku Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo penaberan derfetên jiyaneke ewle dabîn kiriye û alîkariyeke baş li wan kiriye û dom kir: “Ji ber em dizanin ku li Iraqê weke gelek welatên din, pêwîstiya mirovên xwecih jî bi alîkariyên me heye; ne tenê ji bo şêniyên kampan, ji bo şêniyên deverê jî divê em bi gişti xebatên xizmetê xurtir bikin.”

Beuze balê kêşand ser rewşa penaberên li Ewropayê jî û dom kir:

“Bi wan re bi awayekî guncav reftarî nayên kirin. Wek mînak; li Kurdistanê dikarin demildest biçin nexweşxaneyê û bêne dermankirin, lê belê niha li Ewropayê piraniya welatan çareseriya bijîşkî demildest pêşkêş nakin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle