UNHCR: Em di alîkarîkirina penaberan de piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin

.

Di raporta UNHCRê de hatiye, Komîsyariya Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Penaberan hevbeşeke pabend e ji bo piştevanîkirina penaberên Herêma Kurdistanê û berdewam e di piştevanîkirina pêkhate û desthilatdarên Kurd de ku parêzvaniya penaberên Sûrî dikin û alîkariya wan dikin û bi awayekî xwebexş mêvandariya wan dikin.

Piştevaniyên sereke yên Komîsyariya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberan li Herêma Kurdistanê:

- 800 milyon dolar hatiye xerckirin di dema gihiştina yekem pêla penaberên Sûrî de ji sala 2011an heta niha.

- 650 milyon dolar hatiye xerckirin bi rêya piştevaniya penaberan û plana xweragiriya navçeyî ji sala 2012an heta niha.

- 170 milyon dolar hatiye xerckirin di çalakiyên sereke yên parastina penaberan de ji wan; tomarkirin û alîkariya yasayî û piştevaniya derûnî û civakî ji sala 2011an heta niha.

- Ji bo baştirkirina cihê mana penaberan û piştgiriya birêvebirina kampan ji sala 2011an heta niha 91 milyon dolar hatiye xerckirin.

- Ji sala 2001ê heta niha di warê tendirustiya giştî û perwerde û jêrxana aborî de 145 milyon dolar hatiye xerckirin.

- 160 milyon dolar pêşkêşî penaberan hatiye kirin wek alîkariya darayî ji sala 2011an heta niha, ku di aboriya navxwe de hatiye xerckirin.

- Ji sala 2013an heta niha 90 navendên çavdêriya tendirustiya giştî hatine nûjenkirin û amûr hatine dabînkirin.

- Ji sala 2014an heta niha 100 dibistanên giştî hatine nûjenkirin.

Piştî destpêkirina şerê navxwe yê Sûriyê û dabeşbûna welat bi ser çend hêzan de, ji sala 2011an heta niha, bi milyonan welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, koçberî welatên herêmê û cîhanê bûn.

Sala borî Neteweyên Yekbûyî ragihand, zêdetirî 257 hezar penaberên Sûrî li Herêma Kurdistanê dijîn.

Kurdistan Haberleri

Zohran Mamdani bû yekem şaredarê Misilman ê New Yorkê
Li Tehranê metirsiya mezin: ‘Tenê têra 2 hefteyan ava me maye’
DW: Berpirsê PKKyê yê Hamburgê hat desteserkirin
Koşka Spî: Serok Trump dê duşemê bi Ehmed Şer re bicive
Şirketeke Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê ofîsa xwe vekir