UNAMIyê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir

.

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) got, “Em êrişa li li Qada Gazê ya Kormorê ku elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn dike şermezar dikin.”

Doh saet di 18:45an de bi dronên bombebarkirî êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Silêmaniyê hat kirin.

Di êrişê de 4 xebatkarên Yemenî canê xwe ji dest dabû û 2 kes jî birîndar bûbûn.

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.

UNAMIyê di daxuyaniya xwe de got:

“Em êrişa li Qada Gazê ya Kormorê ku elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn dike şermezar dikin.

Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.

Em bi germî pêşwaziyê lêpirsinê dikin ji bo ku êrişkar bên tespîtkirin û bên darizandin."

Berhemanîna elektrîkê kêm bû

Piştî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê berhemanîna elektrîkê 2 hezar û 500 megawat kêm bûye.

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeyê yê Qadir Keremê yê navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike
Donald Trump: Şerê li dijî Îranê bi giranî qediyaye
Hevpeymaniya hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê civînek li dar xist
Îran û roja 10an - Êriş zêde bûn, bîlanço giran bû
Fransa: Divê di paşeroja Îranê de mafên Kurdan werin parastin