UNAMI: Em êrîşa kirêt a li ser Hewlêrê şermezar dikin

.

Ofîsa Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) di twîttekê de, êrîşa mûşekî ya îro berbangê li ser parêzgeha Hewlêrê şermezar kir.

Ofîsa Netewên Yekgirtî li Iraqê di twîtta xwe de ragihand, UNAMI êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike. Daxwaz ji Iraqiyan hatiye kirin ku bi yek helwestê rûbirûyî her karekî bibin ku bibe cihê binpêkirina serwerî û yekîtiya xaka Iraqê, yan jî mebest jê têkdana aramî û yekrêziyê be.

Ofîsa Netewên Yekgirtî li Iraqê ji sala 2004an ve vekirî ye û kar û çalakiyên xwe bi awayekî bêalî bi armanca alîkariya hikûmeta Iraqê di pêşvebirin û parastina mafên mirovan de pêk tîne.

Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li hin navçeyên Hewlêrê û nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyanên madî derketin.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN