Umit Ozdag gefa qedexekirina Rûdawê xwar!

.

Serokê Partiya Zaferê Umit Ozdag gefa qedexekirina Rûdawê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwar û got: "Di bin desthilata Partiya Zaferê de Rûdaw TV dê nikaribe bikeve nava sînorên Tirkiyê."

Piştî êrîşa bombeyî ya duh li Kolana Îstiklalê pêk hat, Cîgirê Serokê Giştî yê Zaferê Adem Taşkaya parêzer Jiyan Tosun weke "kesa bombe daniye" hedef nîşan dabû. Birêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû “Kesa bi navê Ehlam Albashir ku welatiya Sûriyeyê ye û bûyer pêk anî bi saxî hat girtin.”

Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez pirsa hedef nîşandanê Jiyan Tosun ji Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku ligel şanda pê re çûbû kolana Îstiklalê ya êriş lê pêk hatibû, kir.

Ozdag li ser pirsa Peyamnerê Rûdawê Omer Sonmez a “(Cîgirê Serokê we) parêzer Jiyan Tosun hedef nîşandabû. Hûn di derbarê vê yekê de dixwazin çi bibêjin?” wiha bersiv da “Ez ti tiştek nabêjim. Wî tişta pêwîst daye.”

Ozdag pirsa “Hûn dê (Adem Taşkaya) ji partiya xwe biavêjin?” bê bersiv hişt.

Umit Ozdag herwiha di dawiya axaftina xwe de ji Peyamnêrê Rûdawê pirsî ka tû kîjan kanalî? Omer Sonmez jî got: "Ez Peyamnêrê Rûdawê me." Piştre Ozdag got: "Ger em bên ser desthilatê em dê Rûdawê jî bigrin ji ber parçebûnê çêdike."

Çavkanî:RudawTwitter

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle