Ûkraynayê bîlançoya dawî ya ziyanên artêşa Rûsyayê eşkere kir

.

Wezareta Berevaniya Ûkraynayê di roja 14emîn a şerê ligel artêşa Rûsyayê de, bîlançoya ziyanên canî û leşkerî yên artêşa Rûsî eşkere kir.

Li gorî tabloya aliyê Ûkraynayê eşkere kiriye, hejmara leşkerên artêşa Rûsî ji destpêka êrîşê ve gihîştiye zêdetirî 12 hezar kesan.

Herwiha hatiye diyarkirin; 49 balafirên şer, 81 helikopter, 317 tank, 1070 wesayîtên zirxî, 120 sîstemên topavêj, 482 otomobîlên leşkerî, 60 tankên sotemeniyê û 7 balafirên bêmirov ên artêşa Rûsyayê hatine bêbandor kirin.

Hêjayî gotinê ye, aliyê Rûsyayê tenê hejmara binesaziyên Ûkraynayê yên bi bombardimanan hatine ruxandin dide, lê derbarê windahiyên canî yên aliyê xwe de  zanyariyên dawî belav nake.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle