Ûkraynayê banga civîna lezgîn li 57 welatan kir

.

Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmitriy Kuleba bi hinceta ku ‘Rûsyayê derbarê çalakiyên xwe yên leşkerî de agahdarî û bersiv nedaye’ di nav 48 demjimêran de banga civîna lezgîn li endamên Belgeya Vîyena û Rûsyayê kir.

Dmitriy Kuleba, di bangewaziya xwe de bal kişand ser ku Ûkraynayê ji Rûsyayê derbarê çalakiyên wê yên leşkerî yên herêmên cîranên Ûkraynayê û hejmara hêzên leşkerî de agahî xwestiye û Rûsyayê jî bersiv nedaye.

Kuleba diyar kir ku ji ber Rûsyayê bersiv nedaye ew bang li 57 welatên endamên Belgeya Vîyeyanê dikin di nav 48 demjimêran de civîna lezgîn saz bikin.

Kuleba herwiha got, heger Rûsya dilxwazê kêmkirina rageşiyê be û sozên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê cidî bigire, pêwîste ji bo ewlehiya welatên beşdar sozên şefafîyetê bicih werîne.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin