Ukrayna: Rûsyayê agirbest ragihand

.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji sibe Înê ji demjimêr 12:00an ve li Ukraynayê agirbesteke 36 demjimêrî ragihand.

Koşka Kremlînê îro Pêncşemê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji ber Cejna Noelê ya Ortodoks ên li Ukraynayê fermana agirbesteke demkî daye Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku agirbest dê 6ê Çileyê 2023an di demjimêr 12:00an de dest pê bike û dê ji bo 36 demjimêran bê

Koşka Kremlînê li ser sedema ragihandina agirbestê jî ragihand, “Ji ber ku hejmareke zêde ya Ortodoksan li deverên şer û pevçûnan hene û ji bo ku xelk di dema Noelê de beşdarî merasîmên olî bibin em bang li aliyê Ukraynayê jî dikin ku agirbestekê ragihîne.”

Serokê Dêra Ortodoks a Rûsyayê Patrîk Kirîl di daxuyaniya ku îro ragihand de, banga agirbestê li Ukraynayê kir ku di Noela Ortodoksan de ku di navbera 6-7ê Çileyê de pêk tê.

Bersiva Ukraynayê ya agirbestê

Şêwirmendê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Mikhail Podolyak banga agirbesta Rûsyayê red kir û got, “Divê Rûsya ji herêmên ku dagir kiriye derkeve, tenê wê demê agirbesteke demkî dê were ragihandin.”

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin