Ukrayna: Îranê 2400 dron dane Rûsyayê

.

Kîev Îranê bi şandina firokeyên bêfirokevan û tîmên şêwirmend ên Spaha Pasdaran bo Rûsyayê tometbar dike, ku bûye sedema zêdebûna rêjeya êrîşan li ser jêrxana Ukraynayê.

Şêwirmendê Ofîsa Serokê Ukraynayê Mikhailo Podolyak li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandiye: “Ji bo wêrankirina jêrxana jiyan û serbazî ya Ukraynayê, Îran 2400 dron û rahênerên Supaya Pasdaran şandine Rûsyayê.”

Mikhailo Podolyak diyar kiriye: “Bi rêyê ve, Îran jêrxana xwe ya serbazî bi hêz dike, gelo welatên cîhanê pêngavên Îranê nabînin, gelo çima sîstema dijî mûşekan nadin Kîevê.”

Beriya niha desthilatdarên Ukraynayê ragihandibûn, Rûsya bi rêya firokeyên bêfirokevan ên Şahid 136 ên Îranê ve, hejmarek êrîş li dijî çend armancên Ukraynayê kirine, ku ji Belarusê ve êrîş hatine encamdan, lê Moskowê ev îdia red kiriye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle