Turk-Îş: Sînorê hejariyê 25 hezar û 365 lîre ye

.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê (Turk-Îş) dibêje, di meha Mijdarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê ji 7 hezar û 725 lîreyan derketiya 7 hezar û 786 lîreyên Tirkî ku dike nêzîkî 420 dolaran.

Turk-Îşê amarên birçîbûn û hejariyê yên Mijdara 2022an eşkere kirin. Li gor amaran di meha Mijdarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê ji 7 hezar û 725 lîreyan derketiye 7 hezar û 786 lîreyên Tirkî û sînorê hejariyê jî ji 24 hezar û 185 lîreyan derketiye 25 hezar û 365 lîreyan.

Bi awayî sînorê birçîbûnê ji mûçeyê kêmane 2 hezar û 286 lîre zêde bû. Herwiha xerciyên ji bo debara mirovekî nezewicî ji 9 hezar û 705 lîreyan derket 10 hezar û 170 lîreyan.

Li gor amarên Turk-Îşê, enflasyona mehane %4.87 zêde bûye û di saleke dawî de %137.8 zêde bûye. Turk-Îşê ragihandiye ku enflasyonê hejariya kesên dahata wan kêm û diyar zêdetir kiriye û sedema zêdebûna bihayê xorakê jî siyaseta aborî ya desthilatê ye.

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin