TURK-IŞ: Li Tirkiyê sînorê birçîbûnê gehiştiye 7 hezar û 425 lîreyan

.

Li gor lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê (Turk-Iş) li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di meha Cotmehê de sînorê birçîbûna malbateke 4 kesî gehiştiye 7 hezar û 425 lîreyan û sînorê hejariyê jî 24  hezar û 185 lîreyên Tirkî ye.

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê ( Turk-Iş) encamên Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Hejariyê yên Cotmeha 2022ê eşkere kir.

Li gor lêkolîna Turk-Işê ku bi armanca şert û mercên debara jiyanê ên karkeran diyar bike û bandora zêdebûna bihayê kelûpelên serekî ên jiyanê li ser malbata bê zanîn hatiyekirin di meha Cotmeha îsal de li Tirkiyê sînorê birçîbûnê bo malbateke 4 kesî gehiştiye 7 hezar û 425 lîreyan ku di sala 2022ê de mûçeyê kêmane 5 hezar û 500 lîre ye û bi vî awayî sînorê birçîbûnê hezar û 925 lîre mûçeyê kêmane derbas kiriye. Meha borî jî sînorê birçîbûnê 7 hezar û 245 lîre bû.

Li gor amarên lêkolînê zêdebûna enflasyona xorakê jî li gor meha borî ji %2,48 û di salekê de jî ji %134.77 e. Herwiha di meha Cotmehê de sînorê hejariyê jî derketiye 24 hezar û 185 lîreyan û xerciya mehane a yek karkerekî jî gehîştiye 9 hezar û 705 lîreyên Tirkî.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle