Tûrên kanoyê li ser Çemê Munzurê: Geştyar hemû xweşikahiyên çem dibînin

.

Li navçeya Pulurê ya Dêrsimê geştyarên diçin betlaneyê li ser Çemê Munzurê tûrên kanoyê dikin.

Navçeya Pulurê ku bi sûlav, zozan, çem û golên xwe navdar e, sal bi sal zêdetir bala geştyarên xwecîhî û biyanî dikişîne.

Bi taybetî havînê kesên ku berê xwe didin wê derê li qadên kampên çadiran, malên bungalov û otelên butîk dimînin.

Geştyar wextê xwe di nava siruştê de derbas dikin û beşdarî tûrên kanoyê jî dibin.

Hin dezgehên ku karê kanoyê dikin, mêvanan bi pêşengiya rêberan dibin devera Pireya Xozatê û li vê derê wan perwerde dikin û li kanoyan siwar dikin.

Tûrên kanoyê yên li ser Çemê Munzurê

Mêvan bi komî li ser Çemê Munzurê bi kanoyan nêzîkî 6 kîlomêtre li ser avê diçin.

Cemal Akbayîn ê li bajêr bi çalakiyên werzîşê re mijûl e, diyar kir ku ew tûrên kanoyê dikin û hemû xweşikahiyên Çemê Munzurê dibînin.

"Em li ser kanoyê hemû xweşikahiyên" 

Cemal Akbayîn qala kêfxweşiya geştyaran kir û got:

"Li Pulurê Çemê Munzurê niha pir xweş e. Pêlên avê ne zêde ne. Di fetlonekan de kano pir xweş dibe û dîmenên xweş derdikevin holê. Em li ser kanoyê hemû xweşikahiyên Çemê Munzurê dibînin. Ji gelek bajar û navçeyan turîst tên vir. Dema ew tên em jî bi wan çalakiyên sportîf didin kirin û kesên li kanoyê siwar dibin, pir şa dibin."

Turên kanoyê li ser Çemê Munzurê

Kurdistan Haberleri

Ferhad Xorto: Nêzîkî 70 hezar kesî vegeriyane Efrînê
Rûfatên 22 Êzidiyên Şingalê radestî malbatan hatin kirin
CPT: Piştî îmhakirina çekan Tirkiyê 18 caran êrîşî pêgehên PKKê kir
Îran: Wê Korîdora Zengezorê bibe goristana leşkerên Trump
Joe Wilson bang li rêveberiya Trump kir: Piştevaniya darayî ya Iraqê rawestînin