TUIK: Enflasyona salane ji sedî 36,08 e

.

Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) enflasyona meha Kanûna 2021ê û ya salane eşkere kir.

Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiyê enflasyona mehane di meha Kanûna 2021ê de bi rêjeya %13.58 û ya salane jî bi rêjeya %36.08 bilind bûye.

TUIKê, enflasyona meha Kanûna 2021ê eşkere kir. Li gor Saziya Amarên Tirkiyê, enflasyona Tirkiyê di meha Kanûnê de li gor sala borî bi rêjeya %36.08 zêde bûye. Herwiha di Kanûnê de enflasyona mehane jî %13.58 zêde bûye.

Gelek caran saziyên serbixwe û opozisyona Tirkiyê amarên ku TUIK dide rast nabînin û dibêjin li gor xwesteka desthilatê amaran belav dike.

TUIK rêjeya enflasyona salane wek ji sedî 36,08 eşkere kir, lê Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) berovajiya TUIKê ragihand ku rêjeya enflasyona mehane ji sedî 19.35 û ya salane ji sedî 82,81 e.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle