Trump: Tirkiyeyê bi awayê nedostane Sûriye kontrol kir

.

 Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump ê ragihand ku Tirkiye li pişt rûxandina desthilata Esed e û got, “Tirkiyeyê bi awayî nedostane Sûriye kontrol kir û rê da komên çekdar ku bikevin nava Sûriyeyê."

Donald Trump ku dêroja 20ê Kanûna Paşîn dest bi erkên xwe bike, li Palm Beachê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Trump cara ewil li ser rûxandina rejîma Baasê ya 61 salan û desthilata Esed a 53 salan axivî û got, “Tirkiye li pişt rûxandina rejîma Esed e.”

Bi gotina Trump Tirkiye hêzeke mezin e û xwedî artêşeke pir xurt e.

Serokê Amerîkayê yê hilbijartî her wiha got:

“Tirkiye li pişt rûxandina rejîma Esad a Sûriyeyê ye. Erdogan mirovekî pir jîr e. Demek dirêj ev xwest û bi ser ket.

Bi rastî kes nizane serketî kî ye lê ez bi minTirkiyeyê qezenc kir. Erdogan mirovekî pir jîr û dijwar e.

Tirkiyeyê bi awayî nedostane Sûriye kontrol kir û rê da komên çekdar ku bikevin nava Sûriyeyê. Esad qesab bû. Me dît ku çi bi zarokan kir."

Trump her wiha diyar kir ku li Sûriyeyê gelek nezelalî heye lê ku mifteya wê yeka ku li Sûriyeyê bibe li Tirkiyeyê ye.

Serokê Amerîkayê yê hilbijartî tekez kir ku Amerîka dikare li herêmê bi Tirkiyeyê re bixebite û li ser "Hûn dê ji bo 900 leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyeyê çi bikin?" jî wiha got:

“Divê rêyeke din hebe. Yek ji wan jî Tirkiye ye."

Kurdistan Haberleri

Rapora hikûmetê: Li Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir jin in
Hikûmeta Şamê li Serê Kaniyê û Girê Spî sindoq danîne
Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
NATO: Ez ji Trump bawer dikim ku krîza Rûsya-Ukraynayê çareser bike
Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê