Trump rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di kuştina Ebu Xedîce de bilind nirxand

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di tora xwe ya civakî X de behsa kuştina Ebdula Mekî Refîî (Ebu Xedîce) kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand: 

“Îro rêveberekî reviyayî yê DAIŞê li Iraqê hat kuştin.’’

Herwiha got:

“Ew terorîst ji aliyê cengawerên me yên qehreman ve bû armanc û jiyana wî ya pûç, li gel endamekî din ê DAIŞê bi dawî hat. Bi hemahengiya li gel Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew yek pêk hat. Bidestanîna aştiyê bi rêya hêzê ve ye.’’

Duh 14.03.2025an Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, kuştina Ebdula Mekî Muslih Refîî ku wek Ebu Xedîce tê naskirin û şûngir û cîhgirê serokê DAIŞê û berê walîyê Iraq û Sûriyeyê bû ragihand.

Sûdanî got:

“Kuştina Ebu Xedîce bi hemahengiya di navbera saziyên îstixbarata Iraqê û rêveberiya hêza hevbeş a Hêzên Hevpeymanan ve pêk hatiye.”

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc