Trump piştî soza rakirina cezayên li ser Sûriyeyê bi Şera re civiya

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 14ê Gulana 2025an, li Riyadê, Paytexta Siûdiyê, , bi Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera re hevdîtinek pêk anî. Ev hevdîtin rojek piştî soza Trump a ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyeyê pêk hat.

Li gorî berpirsek ji Koşka Spî ku ji ajansa AFP re axivî, herdu serokan beriya civîneke berfirehtir a serokên welatên Kendavê li Erebistana Siûdî hevdîtin kirine. 

Ev hevdîtin di çarçoveya gera Trump a li Rojhilata Navîn de pêk tê. Hat ragihandin ku di civîna li ser rewşa dawî ya Sûriyeyê de, Mîrzayê Cîgirê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman jî amade bûye. 

Herwiha Ajansa fermî ya Tirkiyeyê jî ragihand, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi awayekî online beşdarî civînê bûye.

Donald Trump roja Sêşemê di axaftineke xwe de li Riyadê ragihandibû, ew ê cezayên li ser Sûriyeyê rake. Serokê Amerîkayê herwiha qebûl kiribû ku bi Şera re bicive, ku ji bo beşdarbûna civînên bi Encûmena Hevkariya Kendavê re serdana Riyadê kiriye. 

Li gorî raporeke rojnameya "Washington Post" a Amerîkî, hevdîtina Trump û Şera beriya lûtkeyê hatibû plankirin.

Roja yekem a gera çar rojî ya Trump li herêma Kendavê bi îmzekirina peymanên bazirganî û firotina çekan bi bihayê bi sed milyaran dolarî hatibû nîşankirin.

Tê payîn ku Donald Trump di demeke paş de îro Çarşemê ji bo serdaneke fermî biçe Dohayê û li wir bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî û berpirsên din re bicive.

Kurdistan Haberleri

Ezîz Ozdemîr: Xwedîderketina li axa Êzdiyan erkê me yê mirovî ye
Lahûr Şêx Cengî hat desteserkirin
Haval Ebubekir: Bila hemû alî ji bo bidawîkirina vê rewşê hevkar bin
Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin