Trump piştî lûtkeya dîrokî ya bi Putin re peyam da Zelenskyy

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan li gel Vladimir Putin di gelek mijaran de bipêşketin tomar kiriye lê hîn jî mijarên girîng hene ku divê werin çareserkirin.

Donald Trump got, “Niha çareserkirina vê yekê bi temamî li ser Serok Zelenskyy maye.

Divê welatên Ewropayê jî hinekî tevlî bibin lê ev li ser Zelenskyy ye.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî civîna bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ya eyaleta Alaskayê ji Fox Newsa Amerîkayê re axivî.

Donald Trump ji Fox Newsê re anî ziman:

“Li ser gelek mijaran lihevkirin çêbû, ne gelek, yek an du mijarên girîng hene ku divê werin çareserkirin lê bi ya min ev dikarin werin çareserkirin û ez bi hêvî me.”

Trump amaje pê kir, dibe ku piştî vê yekê di navbera Vladimir Putin û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy de hevdîtinek çêbibe û da zanîn:

“Dê di navbera Zelenskyy û Putin de civînek were sazkirin û ez jî dê beşdar bibim.

Eger bixwazin, di civîna dahatû de ez jî dê li wir bim.

Ez dixwazim vê yekê pêk bînim û şansê me yê serkeftinê gelekî zêde ye.”

Trump li ser pêwîstiya ku Zelenskyy û serkirdeyên Ewropayê bikevin dewreyê got:

“Niha çareserkirina vê yekê bi temamî li ser Serok Zelenskyy maye.

Divê welatên Ewropayê jî hinekî tevlî bibin lê ev li ser Zelenskyy ye.”

Trump her wiha diyar kir ku heta dan û standin berdewam bikin û bipêşketin hebe, ew sepandina cezayan a bi ser Rûsyayê de nafikire

Afrîka Haberleri

Ji 25 welatan hişyarî: Îran hewl dide muxalîfên derveyî welat bikuje û birevîne
Serok Barzanî û Qasim Erecî çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kir
Abbas Vali: Ocalan 27 sal berê di hevdîtina me de gotibû, têkoşîna çekdarî gihîştiye qonaxa dawî
Fransa: Em hêvî dikin Şam sozên bo Kurdan bicih bîne
Şam û HSD lihevkirina navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî gengeşe dikin