Trump jiber Mirinên ji Vîrusa Korona Careke Din Çînê Tawanbar Dike

Serokê Amerîka Donald Trump, Çîn jiber şewba vîrusa korona careke din bi tundî rexne kir.

Navenda Nûçeyan - Trump ji Twitterê dîyar kir ku Çîn berpirsa mirinên girseyî yên li seranserê cîhanê ye.

‘’Dînikekî li Çînê, ser vîrusa korona ya ku bi sed hezaran kuştine, daxuyanîyeke ku xêncî Çînê herkesî tawanbar dike belav kir. Ji kerema xwe ji vî dînîkî re bêjin, ew rewiş jiber bêkêrîya Çînê çêbûye, wekî din ne tiştek e û vê bêkêrîyê bi sed hezaran kes bi girseyî kuştine’’ Trump nivîsî.

Karbidestên Çînî di rojên dawî de ser rexneyên rêvebirîya Amerîka bersivên tund didin, lê nehat fehm kirin ku Trump bi gotina ‘’wacko’’ (dînîk) kê qest dike.

Donald Trump, di rojên borî de bo vîrusa korona gotibû ku ‘’Vîrusa Çînî’’ ye.

Vîrusa korona di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 93,000 û li Çînê jî bi qasî 4,700 kes kuştine.,

 

Amerîka Haberleri

Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene
Trump telefon, komputer û çîpan ji nav lîsta baca gumrikê derxist
Konsulê Ermenistanê: Herêma Kurdistanê nasnameya Ermeniyan û çanda wan parastin
Mark Carney sond xwar û bû serokwezîrê Kanadayê
Li Sûriyê goreke din a komî hate dîtin: 50 term tê de ne