Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, welatê wî bernameyek ji bo destpêkirina xuleke nû ya danûstandinan bi Tehranê re daniye û got: "Îranî dixwazin bi me re gotûbêjan bikin." Trump herwiha hêvî kir ku neçar nemînin careke din êrîşî Îranê bikin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Associated Press (AP), Donald Trump ev daxuyanî di dema xwarina taybet a ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Koşka Spî de, da rojnamevanan û got: "Êrîşên me yên li ser sê dezgehên atomî yên Îranê derbeke mezin li wan xistiye."
Serokê Amerîkayê careke din tekez kir, êrîşa Amerîkayê bûye sedema wêrankirina temam a bernameya atomî ya Tehranê û dewam kir: "Me bi mezintirîn bombeya di dîrokê de ew bombebaran kirin û em dixwazin Îranê ji çeka atomî bêpar bikin. Êrîşa me destpêka dawiya şer bû û me dît ka çawa şer bilez bi dawî bû."
Di bersiva pirsa "Gelo çi dikare Amerîkayê neçar bike ku careke din êrîşî Îranê bike?" de, Trump got: "Ez hêvîdar im em neçarî karekî wisa nebin. Ez nikarim bîr jî li wê bikim ku em neçarî vî karî bibin. Ez bawer nakim ku ew jî bixwazin tiştekî wiha biqewime. Ew dixwazin bi me re gotûbêjan bikin û bigihîjin encamekê."
Trump di dewama axaftina xwe de anî ziman: "Îrana îro, ne Îrana du hefte berê ye. Wek hûn dizanin, me beriya êrîşê jî gotibû ku em dixwazin bi rêya danûstandinan bernameya atomî ya Îranê bi awayekî mayînde rawestînin. Niha ku bernameya wan hatiye tunekirin, ew dixwazin gotûbêjan bikin. Eger em karibin peymaneke nivîskî îmze bikin, dê karekî baş be."
Serokê Amerîkayê herwiha destnîşan kir, "Ez wiha dizanim ku Îranî niha rêzeke mezin ji bo me û herwiha ji bo Îsraîliyan digirin. Ew dixwazin gotûbêjan bikin û em jî amade ne."
Hiweşandina cezayên li ser Îranê
Derbarê rakirina cezayan de, Trump nêrîneke erênî nîşan da û got: "Bi rastî, ez pir dixwazim rojek were ku ez bikaribim cezayên li ser Îranê rakim û derfetê bidim wan ku welatê xwe ava bikin. Ji ber ku ez dixwazim Îran bi awayekî aştiyane xwe ava bike û em êdî guh li dirûşmên 'Bimire Amerîka' û 'Bimire Îsraîl' nebin."
Di dawiyê de, Trump got: "Berê, Îran superhêza Rojhilata Navîn bû, lê niha ew hêza wê nemaye. Xelkekî wan ê zîrek, baş û jêhatî heye. Gelek hevalên min ên Îranî hene, lewma cihê şermezariyê ye ku Îran di vê rewşa niha de bimîne."