Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Talîbanê xwar û xwest ku Baregeha Asmanî ya Bagramê radestî Amerîkayê bike û hişyarî da, "Heger nekin, dê tiştên xirab biqewimin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh li ser platforma xwe ya Truth Socialê got:
"Heger Efxanistan Baregeha Asmanî ya Bagramê venegerîne aliyê ku ew ava kiriye ango Amerîkayê, dê tiştên xirab biqewimin."
Gefa Trump, çend roj piştî serdana wî ya Brîtanyayê hat ku wî li wir jî behsa hewlên ji bo vegerandina baregehê kiribû.
Trump di konferanseke rojnamegeriyê ya bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re gotibû:
"Em hewl didin wê vegerînin û dibe ku ev nûçeyeke bilez be, em hewl didin wê vegerînin ji ber ku pêdiviya me pê heye."
Baregeha Bagramê, baregeha herî mezin a asmanî ya Amerîkayê ya li Efxanistanê bû û di şerê piştî êrişên 11ê Îlona 2001ê de roleke sereke lîst.
Trump amaje bi wê yekê kir ku Bagram ji ber nêzîkbûna xwe ya Çînê xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Rêxistinên wekî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Human Rights Watchê îdia dikin ku hêzên Amerîkayê li vê baregehê mafên mirovan bi awayekî sîstematîk binpê kirine, bi taybetî jî di derbarê girtiyên "şerê li dijî terorê" de.
Hêzên Amerîkayê û NATOyê Tîrmeha 2021ê bi awayekî ne birêkûpêk ji Bagramê vekişiyan û piştî demeke kurt Talîbanê kontrol girt.
Trump ji ber devjêberdana baregehê rexneyan li serokê berê Joe Biden digire û wî bi birêvebirina nerast a vekişînê tometbar dike.
Trump dema ku rojnamegeran li Koşka Spî jê pirsî ka gelo dê hêzên leşkerî ji bo vegerandina baregehê bişîne yan na got:
"Em dê li ser wê neaxivin lê em niha bi Efxanistanê re di diyalogê de ne û em dixwazin ku ew demildest vegere.
Heger nekin, hûn dê bizanibin ez dê çi bikim."
Bersiva Efxanistanê
Piştî gefên Donald Trump ên derbarê Baregeha Bagramê, Talîbanê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew hebûna leşkerî qebûl nakin lê deriyên wan ji bo "lihevkirinê" vekirî ne.
Talîbanê derbarê daxuyaniya Trump got:
"Serok Donald Trump behsa lihevkirineke li ser Bagramê kiriye.
Ew ji siyasetê wêdetir, bazirgan û danûstandinkarekî serkeftî ye û behsa vegerandina Bagramê jî bi rêya lihevkirinekê dike.
Pêdiviya Efxanistan û Amerîkayê bi dan û standina bi hev re heye û ew dikarin li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevpar xwedî têkiliyên aborî û siyasî bin, bêyî ku Amerîka li Efxanistanê xwedî hebûneke leşkerî be.
Efxanan di dîrokê de hebûna leşkerî qebûl nekiriye û ev îhtimal di dema dan û standin û peymana Dohayê de jî bi temamî hatibû redkirin lê derî ji bo dan û standinên din vekirî ne."