Trump: FBIyê girt ser mala min

.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyaniyekê diyar kir, Buroya Lêkolînên Federal (FBI), ji nişka va girt ser maleke min a li eyaleta Floridayê û qaseyên wê şikandin.

Trump di daxuyaniya xwe de eşkere kir, heta niha di dîroka Amerîkayê de ew tişta bi serê tu serokekî Amerîkayê nehatiye û got, girtina ser mala min hewldaneke ji bo ku ez nikarim di hilbijartinên 2024ê de bibim berbijêrê serokatiyê. Ne hewcebû bigrin ser mala min û ev ne guncav e.

Herwiha tora medyayî ya CNNê jî destnîşan kir, FBIyê girtiye ser mala Trump a Mar a Lago ya bazirganî ku li Floridayê ye û lêgerîn û lêkolîn di çarçoveya bicîhanîna fermana dadgehê de hatiye kirin û bi taybet jî lêgerîna li ser hin belgeyên veşartî yên ku ji Qesra Spî ve hatibin derxistin hat kirin.

CNNê da zanîn, dema FBIyê girt ser mala Trump a li Floridayê, ew bixwe li Trump Tower a New Yorkê bû.

Kurdistan Haberleri

PWK Ewropa Beşdarî Kongreya Yekemîn a Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî Bû
Li Îraqê operasyona mezin a gendeliyê: Parlamenter û berpirsên bilind hatin desteserkirin
Nêçîrvan Barzanî Koma Dostaniya Kanadayî-Kurdî qebûl kir
Fuad Husên: Girtina Tengava Hurmizê zerereke mezin dide aboriya Îraqê
COLEMÊRG - Rapora şkenceya li 2 Kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê hat eşkerekirin