Trump: Em niha Elî Xamineyî nakujin

.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, “Em dizanin lîderê Îranê Xamineyî xwe li kû derê vedişêre. Hedefeke hêsan e lê li wir di ewlehiyê de ye. Em wî ji holê ranakin, qet nebe niha.”

Trump dema ji Kanadayê ji Lûtkeya G7ê vedigeriya di balafira “Air Force One”de ji rojnamegeran re axivî.

Donald Trump diyar kir, “Me qada asmanî ya Îranê bi temamî kontrol kir” û anî zimên ku ew ji Îranê dixwaze bi tevahî dev ji planên çekên nukleer berde û "dawîyeke rastî" dixwaze.

Donald Trump got “Hûn dê heta 2 rojên din zanibin bê ma çi dibe” û li ser derketina xelkê ya ji Tehranê jî daxuyand ku ew dixwaze “mirov ewle bin.”

Wî destnîşan kir ku “Pergalên parastina asmanî yên baş û gelek amûrên din ên parastinê yên Îranê hebûn” lê ev yek hêza wan re nayê berawirdkirin.

Trump herî dawiyê daxuyand ku ew naxwazin “niha” Rêberê Dînî yê Îranê bikujin û got:

“Em dizanin lîderê Îranê Xamineyî xwe li kû derê vedişêre. Hedefeke hêsan e lê li wir di ewlehiyê de ye. Em wî ji holê ranakin, qet nebe niha.”

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin