Tora Medyayî ya Asayîşê: Li Silêmanî û Enbarê 4 terorîst hatin girtin

.

 Tora Medyayî ya Asayişa Iraqê ragihand ku bi alîkariya Asayişa Herêma Kurdistanê 4 terorîst li Silêmanî û Enbarê hatine girtin.

Tora Medyayî ya Asayişa Iraqê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, di çarçoveya berdewamiya hemahengî û hevkariya di navbera rêxistina Dije-Teror û Rêveberiya Operasyonên Rêveberiya Polîsên Herêma Kurdistanê de, li Silêmaniyê 2 terorîst hatin girtin.

Hat ragihandin ku Rêveberiya Dijî Terorê ya ku operasyon û lêkolînên xwe didomîne, li parêzgeha Enbarê 6 teqemeniyên destçêkirî û 4 kemberên teqemeniyê hatin îmhakirin û 2 terorîst jî hatin girtin.

Herwiha hate gotin ku Rêxistina Dije Terorê li parêzgehên cuda yên Iraqê erkên xwe yên taybet didomîne.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle