Topxaneya Îranê devera Biradost topbaran dike

3 endamên Komela Zehmetkêşan birîndar bûn.

Ji bo roja şeşem li ser hev, topxaneya Îranê devera Biradost topbaran dike û 3 endamên Komela Zehmetkêşan birîndar bûn.

Berpirsê Navenda Hêzên Pêşmergeyên Kurdistan a Partiya Demokrat Kawe behramî ji K24ê re got, Supaya Pasdarên Îranê ji şeva borî û heta îro danê sibê, navçeyên Seqer û Berbizîn li devera Biradost topbaran kirin.

Diyar kir jî, ji bilî ziyanên ku gihîştine sirûta deverê, ti ziyanên canî negihîşt hêzên wan.

Hevdem jî Fermandarê Hêzên Helgurd ên Komela Zehmetkêşan a Kurdistanê Emced Husên Penahî ji K24ê re got, di encama topbarana Îranê li ser devera Biradost, 3 Pêşmergeyên wan birîndar bûn.

Ev yek di demekê de ye, Fermandarê Hêzên Zemînî yên Supaya Pasdarên Îranê Mihemed Pakpûr ragihand, wan “bi 73 mûşekên Ballistic û bi dehan dronên bombekirî, baregehên partiyên dijberê Îranê li nava xaka Iraqê kirine armanc.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin