TMMOB: Niha li herêma erdhejê çêkirina avahiyên ne rast e

.

Serokê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk Emin Koramaz li ser destpêkirina çêkirina avahiyên nû li herêma erdhejê got: “Tişta tê kirin ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê ye, propagandeya hilbijartinan e.”

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahisazan a Tirk (TMMOB) îro Yekşemê 12ê Adara 2023an derbarê lêkolîna xwe ya li herêma erdhejê de daxuyaniyek da.

Serokê Yekîtiyê Emin Koramaz amaje bi wê yekê da ku ji bo çêkirina avahiyên nû li herêma erdhejê hê zû ye û ew niha dijî çêkirina avahiyê nû ne, ji ber ev yek dê bibe sedema karesatên nû.

Emin Koramaz got: “Desthilata siyasî bi pratîkên xwe yên piştî erdhejê pêşan dide ku ji vê karesatê ti ders nehatiye wergirtin. Hê kar û xebata rizgarkirinê temam nebûye, hê delîlên sedema herifîna avahiyan nehatine tomarkirin dest bi rakirina kavilan kirin. Niha hê rakirina kavilan berdewam e, lê hat ragihandin ku ji bo çêkirina 200 hezar avahiyan girêbest hatine îmzekirin. Bi biryarnameya Serokkomariyê hemû erk bo Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê hat dayîn. Bê ku lêkolîneke jeolojîk bê kirin destpêkirina avahiyên nû ne rast e û desthilat wek propagandeya hilbijartinê vê yekê dike.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle