Tirsa krîzeke bêmînak a koçberan li parzemîna Ewropayê

.

Komîserê Ewropî yê berpirsê Rêveberiya Krîzan radigihîne, tê texmîn kirin 7 mîlyon Ukraynî ji ber êrîşa Rûsyayê koçber bibin.

Komîserê Ewropî yê berpirsê Rêveberiya Krîzan Janis Linaric, radigihîne, tê texmîn kirin 7 mîlyon Ukraynî ji ber êrîşa Rûsyayê koçber bibin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî û rayedarên Polandî, ji dema êrîşa Rûsya ya roja Pêncşema borî ve, nêzîkî 368 hezar kes ji ber şerê li Ukraynayê reviyane û zêdetir ji nîvê wan derbasî Polandayê bûne.

Janis Linaric duhî di dawiya civîna wezîrên navxwe yên Ewropa de li Brukselê hişyarî da û got: “Dibe ku em di van salan de, mezintirîn qeyrana mirovahî li parzemîna me ya Ewropayê bibînin.”

Diyar kir jî, ji ber dijwariya şer hîn gelek zehmet e ku meriv texmînên rast bike, lê Netewên Yekgirtî senaryoyekê pêşbînî dike ku ji ber êrîşa Rûsyayê bêtirî ji 7 mîlyon Ukraynî ji welatê xwe koçber bibin.

Got jî, heger şer bidome, di asta mirovahî de dê bandor li nêzîkî 18 milyon kesan dê li Ukrayna û welatên cîran bibe û hejmara koçberan dibe ku bigihe çar mîlyonan.

Li gorî UNHCR, niha zêdetirî 160 hezar kesan di hundurê Ukraynayê de derbider û koçber bûne û zêdetirî 116 hezar Ukraynî jî neçar mane ku birevin welatên cîran.

Kurdistan Haberleri

DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike