Tirkiyeyê şertên xwe yên vekişîna ji Rojavayê eşkere kirin!

.

 Yaşar Guler got, “Tenê piştî ku makeqanûna nû hat qebûlkirin û hilbijartin hatin kirin em dikarin li ser vikişîna ji Sûriyeyê biaxivin.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ji Reutersê re şertên Tirkiyeyê yên vekişîna ji Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin.

Yaşar Guler got ku piştî “şertên pêwîst” bi cih hatin ew dikarin di asta wezîran de hevdîtinan bikin û pê de çû:

“Tenê piştî ku makeqanûna nû hat qebûlkirin, hilbijartin hatin kirin û ewlehiya sînoran hat tesîskirin em dikarin li ser vikişîna ji Sûriyeyê biaxivin.”

Li hêla din, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed dibêje encex dema Tirkiye ji axa wan vekişiya ew dikarin bi wan re hevdîtinan bikin.

“Meyla me li ser bihêzbûna NATOyê ye”

Yaşar Guler bi bîr anî ku ew endamê NATOyê ne û got:

“Ji bo me karekî li pêş e ku em berpirsiyariyên xwe yên li hemberî NATOyê bînin cih û piştgiriya bi hevalbendên xwe re xurt bikin.

Kurdistan Haberleri

Mehmet Kaya: Amadekariya vekirina Deriyê Nisêbîn - Qamişlo tê kirin
Melania Trump serokatiya civîna Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî kir
Li Efrînê hêzên hikûmetê Alaya Kurdistanê qedexe kir
5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê bangî xelkê kir
Baregeha PDK-Îyê careke din bû hedefa êrişan