Tirkiyeyê şertên vekişîna ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin

.

Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku ji bo vekişîna leşkerên wan ên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hîn gelekî zû ye.

Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê Yaşar Guler di hevpeyvîneke li gel Reutersê de li ser pêşhatên dawî yên li herêmê, rewşa leşkerên artêşa Tirkiyeyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û çend mijarên din axivî.

Yaşar Guler diyar kir ku ji bo nîqaşkirina vekişîna zêdeyî 20 hezar leşkerên Tirkiyeyê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hîn gelekî zû ye û anî ziman:

“Ev rewş tenê dema li Sûriyeyê aştî û aramî pêk hat, li herêmê gefa terorê bi temamî ji holê rabû,  ewlehiya sînorên me hat pêkanîn û vegera birûmet a kesên reviyayî pêk hat dikare ji nû ve were nirxandin.”

Guler ragihand ku karê destpêkê yê Tirkiyeyê yê li Sûriyeyê, parastina yekrêzî û yekîtiya axa wî welatî û “rizgarkirina Sûriyeyê ya ji terorê “ ye û destnîşan kir ku Enqere di van hewldanan de piştgiriya Şamê dike.

Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê detnîşan kir ku ew li aliyekî ji bo zêdekirina kapasîteya parastinê ya Sûriyeyê gavan diavêjin û li aliyê din dest bi pêşkêşkirina xizmetên şêwirmendiyê kiriye.

Kurdistan Haberleri

Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide
JD Vance: Em dixwazin Rojhilata Navîn bi dîplomasiyê biguherînin
Şikefta Hezar Mêrd.. Cihekî ji serdema kevirî li Silêmaniyê
Netanyahu: Me rê li ber rûxandina birêvebiriya Tehranê xweş kir
Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK