Tirkiyeyê ji bo Ermenistanê “nûnerê taybet” wezîfedar kiriye

.

Serdar Kiliç, Balyozê Washîngtonê yê bere wê di navbera Tirkiye û Ermenistanê de hevdîtinên 'asayîbûn'ê birêve bibe.

Di çarçoveya asayîbûna pêwendiyên di navbera Tirkiye û Ermenistanê de herdu welatan nûnerê taybet wezîfedar kiriye.

Serdar Kiliç, Balyozê Washîngtonê yê berê weke ‘nûnerê taybet yê Ermenistanê’ hatiye wezîfedarkirin.

Biryara bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya têkildarî wezîfedar kirinê di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hatiye weşandin.

Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve pêştir aşkere kiribû ku wê ji bo Ermenistanê nûnerê taybet were wezîfedarkirin.

Çavûşoglû di daxuyaniya navborî de gotibû, “Ji bo gavên asayîbûnê em herdu alî jî em ê nûnerên taybet wezîfedar bikin, di her gavê de em ê bi Azerbaycanê re tevbiger in.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin