Tirkiyeyê hişyarî da Yûnanîstanê: "Eger Atîna raneweste em ê lêxin"

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, Tirkiye niha dest bi çêkirina moşekên xwe kiriye û got, “Ev berhem helbet Yûnanan ditirsîne. Tu dibêjî 'Tayfûn', Yûnanî matmayî dimîne, dibêje, 'Wê li Atînayê bixin'. Belê, helbet ew ê li Atînayê bixe.”

Erdogan derbarê operasyona muhtemel a li dijî Rojava de jî got, "Em ê navika xwe bi xwe jêbikin."

"Moşek Tayfûn dikare li Yûnanîstanê bixe"

Erdogan bi tundî peyamên gefxwarinê da Atînayê û wiha got:

"Niha me dest bi çêkirina fuzeyên xwe kir. Helbet ev hilberandin Yûnanan ditirsîne. Tu dibêjî 'Tayfûn', Yûnanî ditirsin û dibêjin, 'Wê li Atînayê bixin'. Baş e, helbet wê bixe. Ger hûn hewl bidin ji Amerîkayê ji bo giravan tiştekî ji wir û ji vir tiştekî bikirin, welatekî wek Tirkiyeyê hirman wê neçîne, divê tiştekî bike."

Peyama Rojava: "Em ê navika xwe bi xwe jêkin"

Di daxuyaniya xwe ya derbarê operasyonên Rojava de jî Erdogan got, "Amerîka 4-5 hezar TIR çek û cebilxane dişîne Bakurê Sûriyeyê. Her çiqas min ev yek ji wan re gelek caran gotibe jî, xema wan nîne. Min got biborin, em di NATOyê de bi we re ne, her çend em bi hev re bin jî, hûn vê xeletiyê li me dikin, li cem terorê disekinin. Wê demê em ê jî navika xwe bi xwe jêkin."

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?